ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf Rêjîma Sîyonîst rexne kir

Wezîrê Karên Derve yê Komara islamî ya Îranê amajeyî ceribandina mûşeka ku dikare kumika navokî hilgire ji hêla Rêjîma Sîyonîst ve kir û ji ber bêdengîya Amerîkayê û welatên ewrûpî himberî cebilxanên navokî yên Rêjîma Sîyonîst weke tenha cebilxanên navokî li rojavaya Asyayê rexne kir.

Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Komara islamî ya Îranê li Twitterê bi gotina vê yekê ku Rêjîma Sîyonîst mûşekek ceriband ku armanca wê Îranê bû, nivîsî: Alman, Ingilîs û Fransa û Amerîka tu wexta ji ber tenha cebilxana navokî li rojavaya Asyayê gilî û rexneyan nakin ku mûşekên wisa têda hene ku birastî jibo hilgirtina kumikên navokî hatine darêştinê lê, ji ber çekên asayî û berevanîyê yên Îranê hêrs dibin.

Mêdyayên Rêjîma Sîyonîst duh ragihandin ku Dezgeha Ewelhîyê ya wê rêjîmê Pêncşemê şevê mûşekek ji cûra Yeriho4 ku dikare kumikên navokî hilgire, ceriband. 

Ceribandina wê mûşekê di halekî da ye ku Rêjîma Sîyonîst hertim ji ber ceribandina mûşekên îranî nerazîbûna xwe nîşan daye û xwestîye ku boykot ser Têhranê de bên sepandinê. Di halekî da ku ew ceribandinên Îranê qet berovajî biryarnama Civata Ewlehîyê ya NY ya derbarê Rêketinama Atomî de nîne.

Sazî û dezgehên istixbaratê yên bawerpêkirî ser vê bawerê ne ku rêjîma Israyîlê 80 heta 400 kumikên navokî hene. Ew rêjîma netenê rê nade Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî çavdêrîyê li navendên navokî yên neqanûnî yên wê bike belkî Peymana Qedexeya Berfirekirina Çekên Navokî (NPT) jî wajo nekirîye. 

Başa dön tuşu