CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Rêketinnama navokî boykotên aborî yên li dijî Îranê betal kirin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Bernama rêketinnama navokî, boykotên aborî yên yekalî yên rojava li dijî Îranê betal kirin.

 Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, roja sêşemiyê li 22 mîn civîna  odeya bazirganiyê ya Tejranê got :Karê ku rêketinnama navokî kir eva bû ku berbendên aborî li dijî Îranê yên têkildarê bernama navokî ji holê rakirin ji ber ku  dosiya Îranê bi mehna navokî derbasî Konseya Ewlehiyê ya NY bibû û boykotên li dijî Îranê bi tundî cih dihatin.

Zerîf yek ji serketinên rêketinnama navokî aramkirina rewşa cîhanî li hember Îranê da zanîn û destnîşan kir: Rêketinnama navokî bi xetereke cidî re rûbirû nîne.

Wezîrê karên derev yê Îranê tekez kir: Serketina  rêketinnama navokî eva bû ku bikaribe rewşa rewanî ya cîhanê li bara Îranê aram bike loma çavnebarên  Komara Îslamî ya Îranê beriya rêketinnama navokî û piştî wê tim hewl dane nehêlin aramî û ewlehî bê damezrandin.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku  Emerîkayê di rêketinnama navokî gelek xal qebûl kirine û got: Hin kes li Emerîkayê ser vê bawerê ne ku Îran xwediyê santrîfiyûjê nebe û heya  roja dawiyê li muzakirên navokî ser vê bawerê bûn ku Îranê nabe tu reaktoreke ava giran hebe û gotibûn jibo Emerîkayê boykot sermaya herî mezin in, lê bi cihanîna rêketinnama navokî gişt ji dest xwe dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu