AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Tawanbarkirina Îranê, Ewrûpayê ji mijara sitirandina têrorîstan beraet nake

Wezîrê Karên Derve yê Îranê wekî berteka li hemberî idia û kiryarên vê dawîyê yên welatên ewrûpî yên dijî Komara Islamî ya Îranê got: Tawanbarkirina Îranê, erka bersivdayîna Ewrûpîyan derheq sitirandina têrorîstan li ustîyê wan dernaxe.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf şeva buhurî di peyameke twwiterî da nivîsî: Welatên ewrûpî ji wan Danmark, Holend û Fransayê endamên koma têrorîst a Minafiqînê ku 12 hezar îranî kuştine, şirîkê cinayetên Sedam dijî kurdên Iraqê bûne û herwiha komên din ên têrorîst ku ji axa Ewrûpayê va palankarîyê ji bo kuştina welatîyên bê guneh ên îranî dikin, sitirandine.

YE`yê ku idiaya hewildana ji bo parastina Rêketinama Atomî dike, şeva buhurî yekemîn dewra boykotên dijî Îranê sepand. Ew boykotana ser bingeha wan idiayana hatin sepandinê ku Danmarkê li dijî Îranê hilêxistine.

Danmarkê di 30`yê Cotmehê da bêyî raberkirina belgeyekê Têhran bi hewildana ji bo pêkanîna êrişekê li axa wî welatî tawanbar kir. Komara Islamî ya Îranê jî ew idia ji binî ve derew zanî.

Başa dön tuşu