ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf tirranên xwe bi derketina Amerîka û Israîlê ji UNESCO’yê kir

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev bertek nîşanî biryara Azmerîka û Rêjîma Siyonîst ji bo derketina ji Rêxistina perwerdehî, zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) da.

Li gorî rapora Pars Today’yê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li rûpela xwe ya Twîtterê tevî bibîrxistina derketina berdewam a dewleta Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ji lihevkirin û peymanên navneteweyî weke Lihevkirina Atomî, NAFTA, Peymana ticarî ya Trans Pasifik (TPP) û “Soznameya Av û Hewayê ya Parîsê”, nivîsî: Geli tiştekî din maye ku dewleta Trump û Rêjîma kirêgirtî ya wê jê derkevin? Gaşe derketina ji Topa Erdê?

Amrîka û Rêjîma Siyonîst roja Sêşemiyê, 1ê Çileya 2019an bi fermî ji UNESCO’yê derketin.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê, 12ê Cotm,eha 2017an bi vê mehneyê ku UNESCO, helwêst û nêrînên dijî Israîlê dişopîne, ragihand ku ev welata dê ji vê saziyê derkeve.

Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst jî di heman rojê da ferman da Wezareta karên derve ya vê rêjîmê ku amadekariyên derketina Israîlê ji UNESCO’yê bike.

Amerîkayê pêştir alîkariyên abûrî bo UNESCOyê (Di sala 2011an da), piştî wê ku Filistîn wek yek ji endamên vê rêxistinê hat pejirandin, qut kiribû.

Rêxistina perwerdehî, zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), 4ê Tîrmeha sala 2017an bi biryarnameyekê destnîşan kir ku tu xwedîtiya Israîlê li ser Beytul Muqedesê tuneye.

Bajarê pîroz ê Qudsê ji sala 1967an va di bin dagirkeriya Israîlê da ye.

Rêxistina perwerdehî, zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) her wiha di roja 2ê Gulana 2017an da bi pesendkirina biryarnameyekê Rêjîma Siyonîst b sûcê binpêkirina pîvanên navneteweyî li Beytul Muqedesê û Zîvala Xezeyê şermezar kiribû  û Israîl wek “Hêza Dagirker” bi nav kiribû.

Amerîka pişteanê sereke yê dagirkerî û cinayetên Israîlê li dijî gelê bindest ê Filistînê ye.

Başa dön tuşu