AsyaCîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçe

15 hezar zarok di metirsiyê de ne

Li gorî daxuyaniya Maria Luisa Fornaraya Nûnera Peruyê ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEFê, li herêmên ku herî zêde di bin tesîra lehiyê da man 15 hezar zarokên ku emrê wan ji 2 salî piçûktir in nikarin bi qasî ku têr xwarinê bixwin, avê vexwin û ji jiyana tenduristiyê dûr in.

Maria Luisa Fornarayê destnîşan kir ku li herêmên bakur ên ku herî zêde di bin tesîra lehiyê da man malbatên bêmal bûn û niha di konan da jiyana xwe didomînin, di van rewşan da herî zêde zarok bi nexweşiyên neksê û rûviyan dikevin. Dibe ku zarok bi nexweşiyên kêmxwarinê bikevin, divê em pêşî li vê bibirin.

Li Peruyê ji ber barana gur lehî rabibû û 106 kes di lehiyê da miribûn, gelek kes jî bêmal mabûn. Di dawîya rêbendanê da li Lîmaya paytex û bajarên Arequîpa, Huancavelîca û Icayê rewşa derasayî hatibû îlankirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu