IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Zîndanên DAIŞê yên li Mûsilê

Di dema hikûmraniya DAIŞê de Mûsil bi xwe zîndanekî mezin bûye. Ji lewra jiyan, azadî, raderbirîna hizrên cuda, ken û gelek tiştên din hatine heram kirin.

Di nava bajarê Mûsilê de gelek zîndanên nehênî û yên eşkere hene. Ew kesên cilên kurt li ber kiribin, simbêlên xwe traş nekiribin, riyên xwe dirêj nekiribin, cigare kişandibin an jî li gorî yasayên DAIŞê tevnegeriyabin, di van zîndanên takekesî de hatine girtin.

Ew kesên ku jiyana wan ne li gorî şerîeta DAIŞê be, jinên bi tenê derketibin derve, cilûbergên wan jî ne li gorî pîvanên wan be, hatine recimkirin.

Zîndana bi navê Tesfîrat û Mûkafahe ya DAIŞê, li navenda berî ya Polîsên Mûsilê ye. Ev zîndaneke eşkere ye û dikeve taxa Feyseliyê.

Li heman taxê Rêveberiya Çandinê ya Mûsilê jî weke zîndan tê bikaranîn û gelek kes di wê zîndanê de ne û demeke dirêje ronahiya rojê nedîtine.

Zîndana Qada Teyaran li navenda bajêr de ye. Di vê zîndanê de gelek kesên bê guneh hene. Herwiha ew kesên ku desthilata xîlafetê qebûl nekirine û yan jî nexwestine xwe biteqînin, di vê zîndanê de tên girtin.

Li taxa Reşîdiye ya Mûsilê, hinek xaniyên Baasiyên kevin weke zîndanên nehênî tên bikaranîn. Kes agûbeta girtiyên van zîndanan nizane û ji wan saloz nayê wergirtin.

Beriya niha DAIŞê zîndana Badoşê ku mezintirîn zîndana Mûsilê ye, bi girtiyan tejî kiribû. Lê ji be rev zîndan li nêzîkî eniyên şer bû û hinek girtî ji vir revîbûn, ev der hate valakirin.

DAIŞ girtiyan dixe nav qefesên bi hesin, qemçî, kablo, amêrên elektrîkê û zînciîrên hesin ji bo îşkenceyê bikar tînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu