AborîNûçe

Ziyana 67 miliyar dolarî ya şirketên niftî yên Amerîkayê

Li gorî rapora îro çarşemiyê, 27`ê nîsana 2016`an, a Clûba Nûçegihanên Ciwan nasyar bi YJC`yê ji zarê ajansa nûçeyan a CNN`ê, rêvebiriya agahiyên ênêrjiyê ya Amerîkaêy li raporekê ragihand: Daketina bihayê niftê li bazarên cîhanî bûye sebeb ku 40 şirketên amerîkî tûşî ziyana 67 milyar dolarî bên û çaverêtî heye ku ziyanbariya van şirketan li vê salê jî bidome.

Rêvebiriya agahiyên ênêrjiyê ya Amerîkayê her viha ragihand: Pirtirîn ziyana daketina bihayê niftê dawa wan şirketan girtiye ku li dema zêdebûna bihayê niftê nekarîbûn deynên xwe bidin.

18 şirketên ku pirtirîn asta ziyanê dîtinê, zêdetir ji 57 miliyar dolarî deynên wan hebûye. Li bercî viya 22 şirket asta deyna wan kêmtir bû, 40 miliyar dolar deynên wan hebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu