IraqNûçeRojhilatanavin

2 gundên başûrê Mûsilê hatin rizgarkirin

Navenda ragihandina şer a Iraqê, ku bi fermandariya operasyonên hevbeş ên Iraqê ye, ragihand ku 2 gundên başûrê Mûsilê hatine rizgarkirin.

Li gor daxuyaniya navenda ragihandina şer, îro polîsê Îtîhadî yê Iraqê gundê Elminkarê bakûrê nahyeya Şure yê rizgarkirine.

Herwiha li gor navenda ragihrandina şer, çekdarên DAIŞ’ê ji bo pêşî li pêşdeçûna hêzên Iraqê, du wesayîtên bombekirî ji bo bên teqandin xwestine bên nav rêzên Iraqê, lê polîsê Îtîhadî her du wesayît teqandine.

Heman demê de hêzên Iraqê li rojhilatê bajarê Mûsilê pêşdeçûna xwe berdewam dikin û navçeya Gokçelî bi temamî hatiye rizgarkirin, ku yekem taxa bajarê Mûsilê ye û li rojhilatê bajêr e.

Herwaha li eniya Hemam Elîl ku başûrê Mûsilê ye, polîsê Îtîhadî gundê qahîre yê derdora Hemam Elîl rizgarkirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu