NûçeRojhilatanavinSûriye

210 gundên ‪Minbicê‬ hatin rizgarkirin

Li bajarê Minbicê ya ku li bakurê Sûriyeyê dikeve şerên dijwar diqewime. Hate gotin ku di encama şer de heta niha gelek gund û dever ji destên terorîstên DAIŞê hatine rizgarkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî hatine bidestxistin, di çarçoveya operasyona rizgarkirina Minbicê ya ku ev 43 roj in berdewam dike, heta niha 210 gund hatine rizgarkirin. Bi rizgarkirina xaçerêyên El Şerîa û Sebî Behratê 1300 sivîl jî ji destên terorîstan hatin rizgarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu