AsyaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

250 sivîlên sûrî li êrişên Tirkiyê hatine kuştin

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê duh yekşemê li raporeke xwe destnîşan kir; Li êrişên van du mehên bihurî yên Tirkiyê ser axa Sûriyê 249 welatiyên Sûriyê li bajarokên Tadêf, Buzae û bajarê Babê li aliyê bakûra parêzgeha Helebê hatine kuştin.

Li gorî vê raporê 54 ji van kesên sivîl yên ku hatine kuştin zarok in û 29 kes jî jin in.

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê herwisa ragihandiye ku li van du mehên bihurî herwisa 1100 kes ji xelkê sivîl ê Sûriyê ji ber êrişên Tirkiyê ser axa vî welatî birîndar bûne.

Li gorî vê raporê bi sedan kes ji van birîndaran jin û zarokin.

Li gorî vê raporê tenê li Çileyê û ji ber êrişên hewayî yên Tirkiyê ser bajarê Babê herî kêm 47 kesên sîvîl hatine kuştin ku 14 ji van zarok û 9 jî jin bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu