EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

30 çekdarên Talibanê hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Efxanistanê ragihand, di operasyoneka artêşa vî welatî de herî kêm 30 terorîstên Taliban hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Efxanistanê li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, duh li herêma Bexlanê ya vî welatî, hêzên artêşa Efxanistanê operasyonek li dijî çekdarên Taliban li dar xistin.

Li gorî agahiyên vê wezaretê, di wê opersayonê de 30 çekdarên Taliban hatin kuştin û 28 çekdar jî birîndar bûn.

Herêma Bexlanê ketiye bakûrê rojavayê Efxanistanê. Nifûsa wê derdora milyonek kes e.

Başa dön tuşu