AsyaEwropaNûçe

4 dewletan li dijî Rûsyayê daxuyaniyeke hevbeş belavkirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron daxûyeke hevpar belav kirin û êrişa li bajarê Salisburyê şermezar kirin û diyar kirin ku li Ewropayê ji dema Şerê Cîhanê yê Dûyemîn ve cara ewil e ku gaza kujer hat bikaranîn.

Di daxuyaniya her çar serokan de ev yek weke ‘binpêkirina serweriya Brîtanyayê’ hat pênasekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bikaranîna gaza kujerî ji aliyê dewletekê ve bi awayekî eşkere binpêkirina Peymana Çekên Kîmyayî û hiqûqa navnetewî ye, “Ev yek fişar e li ser ewlehiya me hemûyan.”

Herwiha hat gotin “Brîtanyayê ji hevpemnayên xwe re got ku berpisyarê êrişê bi ihtimaleke mezin Rûsya ye. Ji vê pê ve tu daxuyaniyê mentiqî tune ye. Rûsya divê bersivê bide daxwazên rewa yên Brîtanyayê ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu