IraqNûçeRojhilatanavin

Li Iraqê teqin: Kesêk mir û 3 kes birindar bûn

Li sînorê gundeke ser bi devera Soranê ji ber teqîna bombeyekî, kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kesên din jî birîndar bûn.

Berdevkê rêveberiya giştî ya karûbarên mayînan a Hewlêr Zêbar Xalîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 16.01.2019ê ber bi nîvro ve li navçeyên çiyayî yê nêzîk gundê Sîtkan a ser bi bajarê Soranê bombeyek nav çend kesan de teqiya û di bûyerê de kesek bi navê Mihemed Xidir ê dayîkbûyê 1965 jiyana xwe ji dest da, 3 kesên din jî birîndar bûn û ew gehandin nexwaşxaneyê. Qurbanên vê bûyerê xelkê gundê Sîtkan a devera Soran in.’’

Herwaha got, lêkolîn li ser vê bûyerê berdewam e û derbarê cureya teqemeniyê û sedemê bûyerê de dê pêşerojê de bi temamî zanyarî bên belav kirin.

Başa dön tuşu