ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Emîrebdullahiyan: Terorîst li Sûriyê gihêştine dawiya karê xwe

Alîkarê tayibet yê serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî Husên Emîrebdullahiyan got: Azadbûna bajarê dîrokî yê Palmîrayê li parêzgeha Humsê ya li rojavayê Sûriyê nîşan da ku karê terorîstan gihêştiye dawiyê.

Li gor rapora nûçegihanê IRIB Newsê, alîkarê tayibet yê serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî Husên Emîrebdullahiyan serkevtina artêşa Sûriyê li azadkirina bajarê dîrokî yê Palmîrayê li parêzgeha Humsêli netew û dewleta Sûriyê pîroz kir û got: Heya dema ku terorîst ji maseya muzakireya siyasî ya li Cenevê de dûr neyên ragirtin, rêçareya siyasî ya rastîn li vî welatî nagihêje encamê.

Emîrebdullahiyan desnîşan kir ku Îran li piştgiriya xwe ji dewleta Sûriyê cidî ye û vê yekê berdewam dike û got: Sûriye li hêla yekem ya piştgiriya ji azadiya Qudsa şerîf bi îsrar û cidî ye.

Artêşa Sûriyê duh bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku bajarê dîrokî yê Palmîrayê li parêzgeha Humsê ya li rojavayê vî welatî ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu