IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

800 koçberên Kampa Holê hatin veguhestin

Birêvebirê kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed di konferanseke rojnamevani de biryara derxistina 800 jin û zarokan ji nav Kampa Holê ragihand û got, ku ev qonaxa yekem e û dê piştre jî veguhestina nişteciyên bajarên din destpê bike ku ev demeke dirêj e di nava wê kampê de dijîn.

Rêveberê Kampa Holê Macida Amir dibêje, ev pêvajo qonax bi qonax tê bicihkirin, qonaxa yekem jin û zarokên Tebqa û Reqa ji kampê tên derxistin û bo bajarên xwe tên veguhastin. Di qonaxên bê de jî jin û zarokên DêraZorê wê bêne veguhastin.

Berpirsê Karûbarên Kampan li Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed jî got ku ti têkiliya van kesên ku ji Kampa Holê têne derxistin bi DAIŞ`ê re nebû, lê ew li wan navçeyan bûn ku di dema xwe di bin destê çekdarên DAIŞ`ê de bûn.

Li gor amarên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor zêdetirî 73 hezar kes li Kampa Holê hatibûn bicihkirin, ew kampa ku di aliyê îdarî de girêdayê parêzgeha Hesekê bû û heya niha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin.

Başa dön tuşu