“Aşitiya li Efxanistanê bûye xwestekeke giştî”
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li kabulê got: “Dawîbûna şer û kêşeyan û bidestxistina aşitiyê bûye weke xwestekeke giştî li Efxanistanê”.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Muhemed Riza Behramî, balyozê Îranê li Efxanistanê li civîna navçeyî ya balyozên aşitiyê yên Ciwan li Kabulê raghand: “Divê desthilata muzakirê û aşitiyê bê sipartinê bo dewlet û gelê Efxanistanlê û divê ji destkewtên çendsalî yên dewleta Efxanistanê li vê barê sûd bê wergirtin”.
Behramî got: “Şerê li Efxanistanê rêçareya eskerî tine û ev welata nabe tûşî kêşeyên derveyî bibe û divê em nehêlin ku kêşeyên li derve derbasî nava Efxanistanê bibin”.
Balyozê Îranê li Efxanistanê her wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê bona alîkariya bo pêkanîna aşitiya mayînde li Efxanistanê tam amade ye û her cure hewldanekê dike”.
Behram got: “Divê meselên mîna dewama mayîna eskerên biyanî li Efxanistanê, berhemanîn û ticareta madên narkotîk û xebata komên şîdetxwaz were zelalkirin.
Li konferansa du rojî ya navçeyî ku têde balyozên aşitiyê yên ciwan ên Efgxanistanê, Îran, Pakistan û Tacîkisrtanê beşdarî kiribûn, li bara pêkanîna riyên aşitî û aramiyê li Efxanistanê gotûbêj hatkirin.