Serokdewletê Filîpînan Rodrigo Duterte daxuyand ku ew ê di demek nêzîk de dawiyê li tetbîqet û sepandinên leşkerî yên hevparên bi Amerîkayê re bîne.
Serokdewletê Filîpînan Rodrigo Duterte yê ku ji bo Serokê Amerîkayê Barack Obama gotibû ‘lawê q….’ û bûbû sedema qeyraneke dîplomatîk îcar jî diyar kir ku wê welatê wî ‘di demeke herî nêzîk’ de dawî li têkiliyên xweyên leşkeri yên bi Amerîkayê re bîne.
Duterte got “ev ê tetbîqeta herî dawiyê be, ev di navbera Filîpînan û Amerîkayê de sepandina leşkerî ya herî dawiyê ye”. Ger ku Duterte vê gotina xwe bike, wê hevkariyeke leşkerî ya ji sala 1951a vir ve heye, bi dawî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)