ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdulmehdi: Pompêo derew dike

Serokwezîrê Iraqê Sêşemiyê bi şev gotinên bêbingeh ên Mayk Pompêoyê Wezîrê karên derve yê Amerîkayê derbarê rola Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî di abûra Iraqê da red kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê  got: Iraqê pêwendiya abûrî û danûstandinên ticarî yên pêşketî heye, lê ev yek cihê digel hebûna pêwendiya abûrî tev Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ye.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Îdiaya Pompêo ya çalakbûna Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî di abûra Iraqê da derew e.

Mayk Pompêoyê Wezîrê karên derve yê Amerîkayê vê dawiyê bi axaftineke pêkenî îdia kiribû ku sedî 20ê abûra Iraqê di destê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî da ye.

Amerîkayê di rojên dawî da zext û tawanbarkirina dijî Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî zêde kiriye.

Başa dön tuşu