CîhanEwropaNûçe

Agir girte cebilxaneya herî mezin a Ûkraynayê: 15 hezar kes hatin tahliyekirin

Agir girte cebilxaneya herî mezin a Ûkraynayê ku li bajarê Balakleya herêma Harkovê bû. Ji ber şewatê ji herêmê bi hezaran însan hatin tahliyekirin.

Berpirsên rewşa lezgîn ên ûkraynî di daxuyaniya xwe de ragihandin ku teqîna depoya cebilxanê didome û nêzîkî hemû şêniyên Balakleyayê hatin tahliyekirin.

Yek ji berpirsên din ên ûkraynî jî di daxuyaniya xwe de got: “ji herêmên niştecih nêzîkî 15 hezar însan hatin tahliyekirin.” Herwiha dozgerê leşkerî yê Ûkraynayê Anatoliy Matios jî di axaftina xwe de got: “Şewat di heman demê li çend cihan destpê kir û li gorî dîtinên pêşî weke sabotajê xuya dike.”

Dozgerekî leşkerî yê ûkraynî din jî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Şewat hê jî dewam dike, qadeke 7 kîlometroyî li derdora depoya cebilxaneyê ji bo ewlehiyê hat dorpêçkirin.” Heta niha agahiyên ku di şewatê de kuştî an jî birîndar hene nehatine belavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu