CîhanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Şeytana mezin Amerîka zilm li ser penaberan dike

Rojnameyeke emerîkî bi weşandina hin wêneyan, bedreftariya kedkarên kampeke penaberan a li hemberî zarokan eşkere kir.

 Li gorî rapora rojnama  ‘ Arizona Republic “ê yek ji van vîdyoyan nîşan dide ku kedkarek sîleyekê li zarokekî koçber dide.

Vî karmendê navendê dema kuzarokê koçber ji ber reftara wî êrişî ser wî dike, pênekê lêdixe.

Li vîdyoya duwem, kedkareke jin, zarokekî koçber pal dide û heta ber odeyê wî  ser erdê radikşîne.

Kedkarekî din jî hema wisa zarokekî din ser erdê radikşîe.

Vîdyoya sisyan jî nîşan dide ku pola van zarokan li hev ketiye lê diyar nîne ku çi qwmiye. Ajansa federal ev vîdyoya  nezelal kiriye.

Rapora van babetan û her wiha candayîna  keçkeke heft salî ya Guwatmalayî li Emerîkayê, çîwaza reftara  dewleta Donald Trump serokkomarê vî welatî li hember derbasbûna koçberên  bê belge li sînorê Mekzîkê, daniye bin  zerebînê û rexneyên ji siyasetên  wî yên li dijî koçberiyê zêde kirine.

Li gorî gotina  berevanên  mafên mirovan, şêwaza reftara  bi vê keçika Guwatmalayî, mînakek ji reftara ne însanî ya rayedarên  federala Emerîkayê bi koçberan re ye.

Başa dön tuşu