ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê Ruhanî: Em ê hewl bidin ku li parêzgeha Ûrmiyeyê zimanê kurdî bê perwerdekirin

Alîkarê taybet ê serokê Komara Îslamî ya Îranê yê di karûbarên kêmneteweyên olî û zimanî de di hevpeyvîna li gel Kurdpress`ê de ragihand ku dewletê ji bo perwerdeya zimanên kurdî û tirkî destûr daye.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Elî Yûnisî, alîkarê taybet ê serokkomarê Îranê yê di karûbarên kêmneteweyên olî û zimanî de ku serdana Pîranşarê kiriye, di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê Kurdpress`ê de ragihand ku dewletê ji bo perwerdeya zimanên kurdî û tirkî destûr daye.

Yûnisî di bersiva pirsa ku `gelo ti bernameyeke dewletê ji bo perwerdeya zimanê kurdî li parêzgeha Ûrmiyeyê heye yan na?` got: Pêşxistin û geşepêdana zimanên zikmakî yek ji siyasetên dewleta me ye û dewletê di warê perwerdeya zimanên herêmî de yên wekî kurdî û tirkî destûreke taybet daye ku ev yek di pratîkê de li Sineyê hat bicihanîn û em ê hewl bidin ku li parêzgeha Ûrmiyeyê jî ev tişt pêk bê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu