NûçeRojhilatanavinSûriye

Amadebûna artêşa Lubnanê li başûra vî welatî

Li gor rapora ajansa ISNA’yê, bingehên ewlehiya Lubnanê ragihandin ku piştî liv û tevgerên terorîstî li navçên sînorî yê vî welatî li bakûr û rojavayê û girtina birek ji terorîstan li van navçan artêşa Lubnanê bi halê amadebûnê derhat.

Li vê halî hatiye ragihandin ku hêzên parêzvanê aşitiya Rêxistina Netewên Yekgirtî Yonîfil li başûra Lubnanê jî bi halê amadebûnê derhatine.

Hêzên ewlehiyê û artêşa Lubnanê li sê rojên bihurî birek ji terorîstan li derûdora Bêyîrût paytexta vî welatî, Seyîda li başûr, Cebel li rojava û Ekar li bakûra Lubnanê girtin.

Hatiye ragihandin ku van terorîstan dil hebûne kiryarên terorîstî li başûra Lubnanê cih bînin.

Herwisa bereya berxwwedana Lubnanê jî duh îniyê êrişî ser terorîstên Cibhetul-Nusreh li başûra rojhilata bajarokê Ersalê li sînorê vî welatî tev Sûriyê kirin ku ji ber vê êrişê birek ji terorîstan hatine kuştin .

General Qehûçî qumandê artêşa Lubnanê jî soz da ku êrişên ser terorîstan hetanî jinavçûna wan dê bê domandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu