CîhanEwropaFilistînNûçeRojhilatanavin

Amerîka: Em biryara NYê jibîr nakin

Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî îro di derbarê biryara Trump a Qudsê de civiya. Di encama civînê de biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ragihandina Qudsê weke paytexta Îsraîlê hat redkirin.

Nûnera DYAyê ya NYê Nikki Haley jî di axaftina xwe ya civata giştî ya NYê de diyar kir ku alîkariya herî zêde ew didin NYê û ew vê biryara civata giştî ya NYê jibîr nakin.

Nûnera Amerîkayê Haley wiha axivî: “DYAyê 1995an Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas kiriye û niha Trump ev biryara ku bi îradeya xelkê Amerîkayê hatiye girtin, anî ziman. Ev biryara NYê di derbarê statuya Qudsê de tiştekî nîşan nade. Ev biryar zirarekê nade hewldanên çareseriyê lêbelê DYA vê biryarê jibîr nake. Ev dengdan wê nêrîna DYAyê ya li hemberî NYê biguherîne û ev dengddan wê her di bîra me de be. Ji bo vê civînê jî fînansmana mezin DYAyê da û dema ku dîsa hatin daxwaza alîkariyê xwestin ji DYAyê ev roj wê li bîra me be.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu