IraqNûçeRojhilatanavin

Artêş pêşve diçe, DAIŞ şerê man û nemanê dike

Li 4 taxên Mûsilê di navbera hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûnê dijwar diqewimin û artêş hewl dide aliyê rojhilatê bajêr bi temî kontrol bike.  Li taxa Yarimçe ya başûrê Mûsilê, ji destpêka sibê heta niha şer û pevçûnên dijwar hene. Helîkopterên Apaçî çekdarên DAIŞê bombebaran dikin.

Li taxa Zûbatê 60 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha du otomobîlên bombebarkirî ji aliyê firokeyan ve hatiye teqandin. Gelek binkeyên DAIŞê jî ketine destê hêzên iraqî.

Li rojhilatê bajêr hêzên iraqî ketine nav taxa Maliye. Li bakûr ve jî taxa Sedîq bûye qada şer. Hêzên Dije Trora Iraqê nîvê taxa Sedîq kontrol kirine.

Firqeya 15 û 16emîn a Artêşa Iraqê ji bakûrê Mûsilê ve gihiştine taxa Hedba. Li gorî agahiyan piraniya vê taxê jî ketiye destê leşkerên Artêşa Iraqê.

Qonaxa duyemîn a Operasyona Mûsilê roja 29ê Kanûnê dest pê kir. Heta niha Artêşa Iraqê 20 taxên bajêr kontrol kirine. Bi vî awayî niha 60 taxên Mûsilê di destê Artêşê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu