IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Iraqê: Ebûbeki Bexdadî mîna mişkan xwe veşartiye

Artêşa Iraqê ragihand, xelîfê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hîn zindî ye û li ser sînorê Sûriye û Iraqê xwe mîna mişkan veşartiye!

Berdevkê odeya oprasyonên hevbeş ya artêşa Iraqê Yehya Resûl, derbarê çarenivîsa xelîfê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî de ragihand: “Li gorî zanyariyên îstixbaratî, hîn Ebûbekir Bexdadî zindî ye û li nêzîkî sînorên Iraq û Sûriyê xwe veşartiye.”

Bi gotina Yehya Resûl:”Ebûbekir Bexdadî, di navbera navçeyên Qaim li parêzgeha Enbar ya Iraqê û bajarê El-Bûkemal yê Sûriyê de mîna mişkan xwe veşartiye!

Li gorî agahiyên wî rayedarê artêşa Iraqê, xelîfê DAIŞê dema bixwaze biçe cihekî, kincên cotkar yan jî yê jinan li ber dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu