NûçeRojhilatanavinSûriye

Arteşa Sûrîyê bajarê Herestayê azad kirin

Televîzyona Sûrîyê ragihand ku artêşa vî welatî karî hin deverên bajarê Herestayê li derdora rojhilata Şamê azad bike.

Hêzên artêşa Sûrîyê bi alîkarîya hêzên hevpeyman dorpêça Dayra Tiranzîta Leşkerî li Herestayê têk şikandin û derbên giran li têrorîstan xistin.

Artêşa Sûrîyê herwiha karî devera Al Matadênê li derdora Dayra Tiranzîtê ya Herestayê azad bike.

Hin çavkanîyan jî ragihandin ku heta niha nêzîkî 64 kes ji têrorîstên Feyle Rehman, Ehrar ul Şam, Cebhet ul Nusrê li bajarê Herestayê hatine kuştinê.

Heresta yek ji çeperên herî dawîyê yên serhildêrên sûrî li Xûteya rojhilatê li derdora Şamê ye.

Başa dön tuşu