NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li bara girtina 30 efserên îstixbaratî yên Rejîma Siyonîstî agahî da

Artêşa Sûriyê li bara girtina 30 efserên îstixbaratî yên derve ji wan çend efserên Rejîma Siyonîstî li bajaroka Kefernebûdê li bakurê parêzgeha Hemahê agahî da.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fars News`ê, piştî dorpêçkirina bajarokê Kefernebûdê ji aliyê artêşa Sûriyê terorîstên biyanî hewl dan ku pêşiya serdesrtiya artêşa Sûriyê ser vî bajarokî bigrin lê hêzên artêşê karîn ku  êrişên terorîstan bê encam bikin.

 Li gorî vê raporê, welatên rojavayî li dû amadekirina  dubare ya  senaryoya xebitandian çekên kîmyawî ji aliyê artêşa Sûriyê ne ku bikaribin pêşiya eşkerebûna lêzanînan ji aliyê endamên terorîst bigrin.

 Artêşa Sûriyê her wiha meqerên  terorîstên  bereya El-Nusre li bajarokê Kefersecne, derdora Idlibê da ber êrişan.  Ji destpêka meha Gulanê ve parêzêgeha Idlibê û derdora bakurê rojava Hemahê şehedê pevçûnên  artêşa Sûriyê û komên  terorîstî ye.

Başa dön tuşu