NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li derdora lazqiyê meqerên terorîstên bereya El-Nusreyê li vê navçê mûşekbaran kirin

Yekînên artêşa Sûriyê li derdora lazqiyê meqerên terorîstên bereya El-Nusreyê li vê navçê mûşekbaran kirin.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya  kanala  El-Alam`ê, çavkaniyên  meydanî ji malpera nûçan a  Merselûnê re gotin: Artêşa Sûriyê li vê operasyonê meqerên  terorîstên  bereya El-Nusre li navça  Cebal Kebanî , El-Serrmaniyê û li deşta El-Qabê têk birin.

 Komên çekdar li mehên derbasbûyî bi binpêkirina  agirbesê, gundên derdora Lazqiyê gullebaran kirin û êriş kirin ser meqerên artêşê. Tîpa çaran a artêşa Sûriyê jî bona destpêkirina  operasyona  eskerî bo derxistina koma terorîstî ya bereya  El-Nusre ji navçê ji çend mehn berê va cebilxanên xwe li Lazqiyê bi cih kirine.

Başa dön tuşu