IraqNûçeRojhilatanavin

Dorpêçbûna bi sedan malbatên iraqî li Felûcê

DAIŞ’ê, bi sedan malbatên iraqî li Felûceya li rojavayê Iraqê dorpêç kiriye.

Li gorî rapoora roja yekşemiyê ya malpera nûçeyan a El-Sûmêriye ya Iraqê, Arif Cenabî, serokê polîsê navçeya Amêriyê li bajarê Felûceya li parêzgeha Enbara Iraqê, got: Grûpa têrorîst a DAIŞ’ê, nêzî 2 hezar malbatên iraqî li du gundên başûrê Felûcê, dorpêş kirine ku para zêde ya wan jin û zarok in.

Arif Cenabî, her wiha got, DAIŞ’ê li navçeya Amêriyê, bi dehan xortên van du gundan girtine û rûniştiyên wan gundana wekî mertala mirovî bi kar tîne.

Nûçeya din ji Felûcê ev e ku hêzên gelanî yên parêzgeha Enbarê ragihandin nêzî 20 endamên grûpa têrorîst a DAIŞ’ê li bajarê Felûcê hatin kuştin.

Bajarê Felûcê, yek ji pêgehên herî girîng ên DAIŞ’ê li parêzgeha Enbarê bûye û ji sala 2013’an va li bin kontrola grûpa têrorîst a DAIŞ’ê da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu