NûçeRojhilatanavin

Artêşa Yemenê çend navçên din ên vî welatî ji destê kirêgirtiyên Erebistanê azad kirin

Artêşa Yemenê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî karîn çend navçên dine steratijîk li navenda Yemenê bêxin kuntrola xwe.

Li gor rapora telivîzyona El-Mesîre, Artêşa Yemenê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî karîn çend navçên dine steratijîk yên wekî Cebel Reşa û çend navçên din li parêzgeha Marbê li navenda Yemenê bêxin kuntrola xwe.

Herwisa hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, ciyê kombûna kirêgirtiyên siûdî dan ber mûşekan.

Li êrişa topxaneyê ya artêşa Yemenê ser pêgeha terorîstan li bajarê El-Hezmê li parêzgeha El-Cûfê li bakûra Yemenê jî birek ji destdirêjkerên erebistanî hatine kuştin.

Li gorî rapora têlêvîzyona El-Mesîre`yê, hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, ciyê kombûna kirêgirtiyên siûdî û cebilxana wan li rojavaya Waziyê li wilayeta Teiza Yemenê dan ber mûşekan.

Di encama êrişeke din a mûşekî ya têkoşerên yemenî ser ciyê kombûna kirêgirtiyên sidûî da li gundekî devera Zebabê li wilayeta Teizê da jî, hejmarek kirêgirtiyên sidû îhatin kuştin.

Başa dön tuşu