ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Şahrûdî: “Komploya parçekirina Iraqê, xiyaneteka bixeter li hemberî tevahiya navçeyê ye`

Serokê Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Nizama Îranê, ayetullah Memhûd Haşimî-Şahrûdî roja şemiyê li civîna vê civatê bal kişande ser lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê û got: “Amerîka û Rêjîma Siyonîst lîstikvanên vê tevger û komploya bixeter li navçeyê ne û dixwazin Israîleka nû li navçeyê pêk bînin.“

Ayetullah Haşimî- Şahrûdî her wiha got: “Amerîka ji aliyekî va di rû da dijayetiya digel plana giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê dike, lê di rastiyê da piştgirê vê planê ye û dixwaze Bexdayê neçar bike ku aştiyê bike û parçekirinê qebûl bike“.

Serokê Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Nizama Îranê her wiha bal kişande ser serketinên bebiçav ên artêş û Heşdê Şeibî yên Iraqê li dijî tekfîriyan, daxwaza pêwîstiya rûbirûbûn û pêngava bihêz û ciddî ya dewleta Iraqê li hemberî vê komploya bixeter a Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê kir da ku pêşî li parçekirin û duberetiyê li Iraqê bê girtin.

Ayetulla Haşimî- Şahrûdî destnîşan kir: “Welatên navçeyê ji wan Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiyê li hemberî vê komploya nû helwêstên bihêz û  bingehîn nîşan dane.“

Serokê Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Nizama Îranê her wiha tevî dayîna sersaxiyê ji ber koça dawîyê ya Celal Talebanî serokoamrê berê yê Iraqê, got: “Li merasima oxirkirina vî kesayetiyê têkoşer dewsa ala Iraqê, ala Herêma Kurdistana Iraqê hat bikaranîn ku ev yek nîşan dide Amerîka û Rêjîma Siyonîst li dû pêkanîna komploya qewmî ya bixeter li navçeyê ne.“

Celal Talebanî piştî çend salan nexweşiyê roja sêşemiyê, 3`yê Cotmehê, di temenê 84 saliyê da li Almanyayê emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu