IraqNûçeRojhilatanavin

83 têrorîstên DAIŞ`ê li beşa qedîm a Mûsilê li rojavaya vî bajarî hatine kuştin

Li gorî rapora Al Someria News`ê, Ebdulrehman El Xezelî ji fermandarên polîsê navendî yê Iraqê got: `Hêzên polîs kargeha bombedanîna li nav erebeyan û tonêla mezin a hatûçûna çeteyên DAIŞ`ê li beşa qedîm a Mûsilê keşf kirin`.

Li halekî ku şerê navbera hêzên iraqî û çeteyên mayî li dawîn navçeyên beşa qedîm a Mûsilê di demên xwe yên dawiyê da ye, çeteyên DAIŞ`ê êgir berdidin malên xelkê li beşa qedîm a Mûsilê.

Hêzên iraqî piştî azadkirina Mûsilê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê mijûlî paqijkirina pişka qedîm a vî bajarî ji destê çeteyên DAIŞ`ê ne.

Operasiyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmeha sala 2016`an dest pê bûye û Pişka rojhilatî ya Mûsilê di 24`ê Çileya sala 2017`an da ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê hat azadkirin.

Operasiyona ji bo azadkirina rojavaya Mûsilê jî ji 19`ê Sibata îsal va dest pê bû û di roja 29`ê Hezîrana 2017`an da bi dawî hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu