ÎranNûçeRojhilatanavin

Bêhewcetiya Îranê li warê berhemanîna alavên berevaniyê

Cîgirê geşepêdan û bernamedanîna stratijîk a wezareta berevaniyê ya Îranê, Ebutalib Şefeqet tevî ragihandina vê yekê her viha got: Roja îro em dikarin bi şanazî bêjin ku Îran ji welatên sereke yên cîhanê li warê şiyana mûşekî ye û riya pêşketin û kamilbûnê jî dê bi awayekî ciddî bidomîne.

Wî her viha got: Renge pêştir ji bo gelek welatan nedihat qebûlkirin ku Îrana Îslamî bikare di kêmtir ji deh salan mûşekan bişîne fezayê, lê ciyê kêfxweşiyê ye ku karî van serketinan bi dest bixe.

Cîgirê wezîrê bergiriyê her viha got: Mixabin roja îro minafiq û durûiyên navneteweyî di dilê îslamê da rewşa gelek komployan amade kirin û DAIŞ`î û tekfîriyan karîn aramiyekê ji bo Israîlê dabîn bikin.

Şefeqet got: Van tekfîriyên xwexwaz û serhişk û qafteneke navçe û cîhan tevlihev kirin û desthilatdarên Erebistanê jî di vê navberê da eva zêdetir ji 18 mehan e ku bomban bi ser gelê bindestv ê Yemenê da dirijînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu