Emerîka û Koreya başûrî ragihandin ku li çarçowa ceribandinên mûşekî yên Koreya bakurî bernameyên hevpar jibo kontrolkirina vî welatî hildikolin.
Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta karên derve ya Koreya başûrî roja duşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku wezîrên karên derve û berevaniyê yên vî welatî li warê cihanîna pêvajoya bernameyên hewaheng jibo bisînorkirina Piyong Yang sefera Waşengtonê dike .
Li vê daxûyaniyê hatiye : Sefera rayeadrên Kureyî bo Waşengtonê muhtemel e li Cotmeha 2016an cih were û yek ji armancên sereke yên wê peydakirina hin tedbîran jibo girtina pêşiya bernameyên Koreya bakur e ku li halê xurtkirina şerên navokî û mûşekî yên Balistîk e.
Vê daxûyaniyê bal kişandiye ser penaberbûna dîplomatê pilebilind ê Koreya bakurî li Londonê û ragihand ku li mehên derbasbûyî hejmara van penaberan zêde bûye .
Li daxûyaniyê hatiye, dema ku hejmara şareza û dîplomatan û rayedarên penaber ên Koreya bakurî zêde dibe, kêrhatîbûna boykotên aborî yên navneteweyî rohn û zelal dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)