FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Berxwedan, tenê riya rizgariya filistîniyan e

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê got, gotûbêjên Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê û Rejîma Siyonîst, wê tu encama xwe tunebin û tenê riya rizgariya Filistînê, berxwedan e.

Elaedîn Brûcêrdî, serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, bal kişand ser hitmala hevdîtina Mehmûd Ebas, serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê tev Bnyamîn Ntanyaho, serokwezîrê Îsraîlê li Moskovayê herwiha got, Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê, ji dema ku kete riya aştiya bi Rejîma Siyonîst, hertim ziyan dîtine.

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, destnîşan kir, hemî inqilabiyên Filistînê gihîştine vê encamêku tenê riya rizgariyê, berxwedana li hember zêdegaviyên siyonîstan e heya dema ku hemî erdên Filistînê azad bibin.

Berûcêrdî destnîşan kir: Divê birêvebirina karûbarên filistîniyan di destê wan bixwe de be.

Rûsya ragihandiye ku Mehmûd Ebas, serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê, amade ye ku bi Bnyamîn Ntanyaho, serokwezîrê Rejîma Siyonîst re li Moskovayê, hevdîtin pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu