NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Caferî: Îsraîl li Palmirayê piştgiriya hewayî da DAIŞê

Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî di Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de ragihand ku artêşa Îsraîl li Palmirayê piştgiriya hewayî da rêxistina terorîst a DAIŞê.

Beşar Caferî di berdewamiya axaftina xwe ya KENYê de got: “Hêzên artêşa Sûriyeyê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê şerê dijwar dikin, lê ji aliyê din ve Îsraîl li Palmirayê piştgiriya hewayî dide DAIŞê.”

Bûyerên ku nûnerên Sûriyeyê Caferî behs dike, êrişa meha borî ya li nêzî Baregeha Hewayî ya Leşkerî li T-4ê ku li dijî hedefên artêşa Sûriyeyê hatibûn kirin. Tê îdîakirin ku ew êriş ji bo piştgiriya Îsraîlê ye. Herwiha li gorî îdîaya Caferî Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriya hewayî û tibî dide rêxistina El Qaîdeyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu