NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esed: Sûriyê milkê min ê şexsî nine

Beşar Esed li hevpeyivîna xwe ya vê dawiyê digel rojnameya Sunday Times`ê got: Sûriye milkê min ê şexsî an malbata min nine.

Li gorî rapora ISNA`yê, Beşar Esed serokomarê Sûriyê li hevpeyivîna digel Sunday Times`ê ku roja yekşemiyê hat weşandin, got: Ti firoke an gemiya min a şexsî tine û sefera derve nake û wek hertim hema karê ku di heyama jiyana xwe ji bo derbaskirina betlaniyên xwe dikiriye, pêk tîne yanê betlaniyên xwe li peravên Sûriyê derbas dike.

Wî her viha got: Min malbat û hin dost hene û dostên min heman dostên dewrana dibistanê ne.

Wî got: ya rast ji min ra ya rehet eva bû ku ez herim û ji jiyana xwe hez bikim lê ez li dû sûd û berjewendiyên xwe nînim. Ez tenê berpirsiyariya xwe dişopînim. Berpirsiyariya hwer tiştê ku li welatê min diqewime digirim ustiyê xwe. Lê hebûna min li posta serokoamrtiyê armanca min a kesane nine. Berî her tiştî serokomar gere sozdarê qanûna bingehîn be û heyama serokoamrtiya xwe di rewşa asayî da bi dawî bîne, lê rewşa niha ne asayî ye.

Esed her viha got: Ev şer e û tu jî fermandarê giştî yî û gere artêşa xwe li şer û pevçûnan bi armanca berevaniya ji welatê xwe bi rê ve bibî. Ev dem demeke minasib ji bo çûyînê nine.

Serokomarê Sûriyê destnîşan kir: Sûriye milkê min ê şexsî an malbata min nine. Ez nabêjim ku desthilatdariyê radestî kurê xwe an xizmekî xwe dikim. Sûriye welatekî ye ku li ser esasa qanûna bingehîn bi rê va diçe ku girêdayî bi gel e ne tenê bi kesekî.

Wî li bersiva pirseklê li bara biryara pevçûnên çekdarî li Sûriyê di destê kî da ye? Rûsiye an Sûriye? got: Teqez em biryarê didin. Çekdarên ûris eva 60 sal in ku ku li Sûriyê ne û siyaseta xwe li ser esasa exlaq û qanûna navneteweyî dimeşînin. Ûrisan hewildanek ji bo destwerdasna li karên navxweyî yên Sûriyê nekirine û dizanîn ku Sûriye li riya xwe ji bo şerê dijî têrorîsmê têk diçe, lewma ji bo alîkariya me tevgeriyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu