FilistînNûçeRojhilatanavin

Bi dehan endamên parlemana Rejîma Siyonîst daxwaza wêdadayîna Nêtanyahû ji ser postê serokwezîriya vê rejîmê kirin

Li gorî rapora kanala filistînî ya PNN`ê, Îshaq Hirzûg rêberê dijberan li Kinistê tevî rexneya ji siyasetên berfirehxwaziyê yên Binyamîn Nêtanyahû ragihand ku 61 nûnerên Kinisitê daxwaza wêdadayîna Nêtanyahû ji ser kar kirine.

Pêştir Îhûd Barak serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst tevî rexneya ji siyasetên şerxwaziyê yên dewleta Nêtanyahû, got: Kesên rastgir û tundrê yên partiya Lîkûdê, Îsrayîl ber bi jinavçûnê û bêhêtibariya li nav civata cîhanî birine.

Emîr Portêz wezîrê berê yê şêrr ê Rejîma Siyonîst jî Nêtanyahû sebebkarê sereke yê pirsgirêkên Îsraîl da zanîn û got: Pêwîst e dewsgirê wî li hilbijartinên pêşber bê diyarkirin; Ji ber ku Netanyahû qet nikare pirsgirêkên Îsraîlê çareser bike.

Dewama rexneya ji siyasetên ewlehî, siyasî û abûrî yên Netanyahû bûye sebeba zêdebûna dijayetiyên di navbera karbidestên Rejîma Siyonîst da.

Başa dön tuşu