EwropaNûçeRojhilatanavin

DAIŞ li dû kuştina xelkê li Ewrûpa û Emerîkayê de ye

Berdevkê koma mirovkuj a DAIŞ`ê ji endamên ser bi vê komê li welatên ewrûpî û Emerîkayê xwest ku bila dest bi êrişa ser xelkê sivîl bikin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya malpera nûçana El-Alamê, berdevkê koma mirovkuj a DAIŞ`ê, Ebû Mihemed El-Ednanî di peyameke bideng li bara êrişa ser xelkê sivîl pêgirî kir û got: DAIŞê pirtir hez dike êrişî ser xelkê sivîl bike.

El-Ednanî li peyama xwe tevî gefa dubare ya Erebistanê û grûpên din ên mirovkuj ên hevrik li Sûriyê, koma mirovkuj a Cebhetulnuseyê bereya terkedîn a şikestxwarî da zanîn.

Her wiha televîzyona El-Alamê li bara kuştina kesekî û birîndarbûna hejmarek din li encama êrişa bi gullên hawanê yên komên mirovkuj ser taxa şêx Meqsûd li Helebê, bakurê Sûriyê agahî da.

Pêştir jî li encama êrişa koma mirovkuj a DAIŞê ser nexweşxana El-Esedê li bajarê Deyruzûra Sûriyê 20 sûrî hatin kuştin ku piraniya wan qurbaniyên kesên sivîl bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu