IraqNûçeRojhilatanavin

Bîreke petrolê li Kerkûkê hat teqandin û şewat derket

Îro serê sibê nêzîkî gundê Şîrnawî ya ser bi Dubiz ve bîra petrolê bi rêya bombeyeke çandî ve hate teqandin û agir pê ket.

Hat zanîn heta naha jî agirê bi bîra petrolê ketiye hîn nehatiye temirandin.

Heta niha ti aliyekî berpirsayetiya xwe di ber wê bûyerê de ranegehandiye û hêzên ewlehiya Kerkûkê jî bi fermî ew nûçe piştrast nekiriye.

Ev bûyer di demekê de ye, berê çendîn bîr û boriyên petrolê li kêlgehên petrola Kerkûkê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine teqandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu