FilistînNûçeRojhilatanavin

Birîndarbûna bi sedan filistînî li şer û pevçûna di navbera wan û Rejîma Siyonîst da

Ji ber şer û pevçûna duh Îniyê di navbera hêzên filistînî û eskerên siyonîstî li li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê nîzikî 400 filistînî birîndar bûn.

Piştî ku serokkomarê Amerîkayê biryar girt ku Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîstî bide nasandinê şer û pevçûna di navbera filistîniyan û eskerên siyonîstî zêdetir bûye.

Li gorî rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Wezareta Saxlemiya Filistînê ragihand; “Ji ber şer û pevçûna duh îniyê di navbera hêzên filistînî û eskerên siyonîst li li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê siyonîstan pê guleyan û gaza îzotê   êrîşî ser istifade kirin ku ji ber vam êrişan nîzikî 400 filistînî birîndar bûn.

Eşref Elqedre berdevkê wezareta saxlemiya Filistînê li Xezeyê got: “Rewşa hinek ji van birîndaran xirab e“.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) û bereya Cîhada îslamî ya Filistînê pêştir daxwaza birêxistina xwenîşandana roja îniyê ser navê“ Roja Hêrsbûnê“kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu