Bişar Esed: Waşîngton petrola Sûriyê didize
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2019/11/4bsn8a4f91fb711j7dw_800C450.jpg)
Serokomarê Sûriyê tevî şibihandina Amerîkayê bi rêjîma Nazî ya Almanyayê got: Waşîngton petrola Sûriyê didize.
Bişar Esedê serokomarê Sûriyê di gotûbêja digel kanala Russia 24ê da ku roja Pêncşemiyê hat weşandin, her wiha got: Hikûmeta Amerîkayê sîstimek e ku kompanî li ser esasa berjewendiyên xwe wê bi rê ve dibin.
Serokomarê Sûriyê tevî bibîrxistina vê yekê ku petrol ji hegerên êrîşa Almanyaya nazî ser Rûsiyê di şerê duyem ê Cîhanî da bû, got: Roja îro jî Amerîka heman karî dike ku almaniyan di şerê duyem ê cîhanî da kirin.
Esed her wiha derbarê kuştina Cîmzêlla Mijrar damezirînerê brîtanyayî yê Kumsipiyên Sûriyê li Stenbûlê got: Ew jî wekî Ebu Bekir Bexdadî serçeteyê DAIŞê hat kuştin, ji ebr van kesan sirr û nihêniyên girîng hebûn û di eynî demê da rola wan bi dawî hatibû.