EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Bruksel mazovanê dewra dudiyan a gotûbêjên Îran û YE

Mecîd Textrewançî alîkarê Ewrûpa û Emerîkayê yê wezîrê karên derve yê Îranê jibo beşdariya li dewra dudiyan a gotûbêjên Îran û YE bi taximekê re sefera Brukselê meqera YE kiriye.

 Li gorî rapora sêşemiyê ya IRNA`yê, dewra dudiyan a gotûbêjên  Îran û YE li bajarê Brukselê bi serokatiya  Mecîd Text Rewançî û Helga Şmît alîkara berpirsa siyaseta derve ya YE were lidarxistin.

Dewra ewil a van gotûbêjan zivistana par li Têhranê hat li dar xistin û li gor  tiştê ku  Îran û Yekitiya  Ewrûpayê li hev kirine gotûbêjên dualî her 6 mehan carekê li Bruksel an Têhranê tê li dar xistin.

Gotûbêjên Îran û Yekitiya Ewrûpayê li bara meselên  dualî li warên curbicur û her wiha  alûgurên navça Rojhilata Navînê ji wna qeyrana  Sûriyê ji mêhwerên  gotûbêja dîplomatên pilebilind ên îranî û ewrûpî li Brukselê ye. Li gorî gotina Textrewançî li vê dewra gotûbêjan li bara  mijarên elaqedarê Komara Îslamî ya Îranê û YE mîna  hevkariya  li warê enerjiyê, veguhestin, hîndekarî, hevkariyên  zanîngehê û meselên dualî muzakire dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu