ÎranNûçeRojhilatanavin

Çalakê siyasî yê Erebistanê: çêkirina berbendan bo heciyên îranî ne ser qazanca Alê Siûd e

Li gorî rapora IRNA`yê,vî çalakê siyasî got: Hakimên siûdî ferîzeya Hecê wek amêrekê bo xezta siyasî ser welatên erebî û Îslamî dixebitînin û ev siyaseta ne ser qazanca wan e ji ber ku ev welat hazir nînin ku van kiryar û reftarana bona hemî gavan tamul bikin.

Wî destnîşan kir: Ev siyaseta siûdî dibe sedem ku di pêşerojê de daxwazî bo îdare an çavdêriya ser karûbarên hecê û cihên pîroz Mekeya Mukereme û Medîneya Munewere ji aliyê hemî welatên Îslamî zêdetir bibe.

Vî çalakê siyasî yê erebistanê tekez kir:Eva ku Alê Siûd, ol û cihên pîroz bona gihêştina bi armancên siyasî bikar tîne nayê qebûl kirin û di demeke dirêj de dê dûhatên xirab ji wan re hebe.

El-Cerba got:Reng e hin kes çavên xwe ser yek û an du buyerên ku ji heciyan re li mersima Hecê û welatê wehyê qewimîn girêdin lê dema buyerên ji ber sersariyên Alê Siûd zêde bibin ne ser qazanca wan e.

Serokê sendîkaya eşîrên piştgirê mêhwera berxwedanê li welatên erebî got : Piştî karesata diltezîn a Minayê ku bû sedema kuştin û irîndarbûna bi hezaran heciyan hin welatên Îslamî daxwaza çavdêriya ser cihên pîroz li Hicazê kirin da ku êdî em bînerê karesatên wiha nebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu