CîhanEwropaNûçe

Cêrêmî Hant bû wezîrê karên derve yê Brîtanyayê

Ofîsa serokwezîrtiya Brîtanyayê Duşemiyê bi şev tayînkirina Cêrêmî Hant (Jeremy Hunt) wek serokwezîrê nû yê vî welatî ragihand.

Li gorî rapora IRNAyê, Cêrêmî Hant dewsa Borîs Canson (Boris Johnson) wezîrê karên derve yê Brîtanyayê, girtiye.

Cêrêmî Hant beriya viya wezîrê tendurustiyê yê Brîtanyayê bû. Trêza Mêya serokwezîra Brîtanyayê Duşemiyê bi şev her wiha Met Hankûk (Matt Hancook) li dewsa Hant, wek wezîrê paqijiyê yê vî welatî da nasandin.

Borîs Canson roja Duşemiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî plana Trêza Mêyê ji bo dewama têkilliya Brîtanyayê digel Yekîtiya Ewropayê piştî Bêrgzîtê, dest ji karê xwe kişand.

Yekşemiyê bi şev Dêyvîd Dêyvîs (David Davis), wezîrê Bêrgzîtê yê Brîtanyayê bi nîşana nerazîtiya li hemberî vê planê, ji posta xwe wêda çûbû.

Ev destjikarkişandinên itirazî li halekî pêk hatin ku Trêza Mêyê roja Îniyê îdia kiribû ku bi tevahiya endamên dewleta xwe derbarê bernameya cihanînê ya derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê (Bêrgzît) hev hatiye.

Plana Trêza Mêyê derbarê bingeha pêwendiyên pêşerojê yên Brîtanyayê digel Yekîtiya Ewropayê di serdeam piştî Bêrgzîtê ketiye ber rexneya hin piştgirên ciddî yên Bêrgzîtê li dewleta Brîtanyayê. Rexnegir dixwazin ku tevahiya pêwendî û têkillîyên Londonê bi rêxistinên ewropî bên birrîn û pêwendî ji nû va bên nasandin.

Başa dön tuşu