ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Civata Alimên Sune yên Iraqê qedrê rola merceiyet û Îranê li têkbirina DAIŞ`ê girt

Şêx Xalid El Mela, serokê Civata Alimên Sune yên Iraqê, qedrê rola girîng a fetwaya ayetulah Sîstanî, merceyê payebilind ê şîeyên vî welatî û piştgîriyên Komara îslamiya Îranê li şerrê dijî terorîsma DAIŞ`ê li Iraqê girt.

Piştî êrişa DAIŞ`ê ser Iraqê û ketina Mûsilê di sla 2014`an de, ayetulah Sîstanî, bi ragihandina fetwaya cihada kefayî, ji welatiyên Iraqê xwest jibo parastina welêt alîkariya hêzên çekdar ên vî welatî bikin. Hema ev fetwa rê jibo pêkhatina hêzên Heşda Şebî yên Iraqê xweş kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokê Civata Alimên Sune yên Iraqê,, berêvariya îniyê li rêûresmekê li Bexdaya paytexta Iraqê, bal kişand ser yekbûna gelê Iraqê û yekperçetiya axa vî welatî bi tabet piştî fetwaya ayetulah Sîstanî li bara şerrê dijî terorîsmê û got: Parastina serketina li hember DAIŞ`ê, dijwartir û girîngtir ji bidestxistina wê ye.

Serokê Civata Alimên Sune yên Iraqê, bal kişande ser gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî yên li ser vê yekê ku şerrê li Iraq û Sûriyê, şerrê di navbera şîe û suneyan da nebûye, belkî şerrê di navbera Îslamê û Zorbêjiya Cîhanî de bûye, herwiha got: Şerrê rastîn ê îroyîn, di navbera Îslam û wan terorîstan de bûye ku Îsraîlê ew perwerde kirine ta ku rûveka Îslamê xirab nîşan bide.

Ev kesayetiya bi navbang ê iraqî, bal kişand ser serketina gelên her du welatên Iraq û Sûriyê li hember dijmin û terorîstan, destnîşan kir: Divê ev welatane xwe jibo sekinîna li hember bîr û raya tundrêyan amade bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu