EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna rojnamevaniyê ya Zerîf, Mogrînî û Birendê li Osloyê

Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemiyê li civîna hevpar a rojnamevaniyê bi Federîka Mogrînî berpirsa siyaseta dreve ya Yekitiya Ewrûpayê û Borge Brendê wezîrê karên derve yê Norwecê li Osloyê bal kişand ser vê yekê ku hevhatina navokî serketineke dualîkî ye û got : Emerîkayê ser kaxez û lênûskê boykot rakirine û dûhatên rewanî yên çend salan boykotê hela jî hene .

Zerîf li bara sersariya bankên ewrûpî derheq hevkariya bi Îranê re destnîşan kir: Hemî divê vê xalê bizanibin ku hevhatineke navneteweyî dê wextekê dewama xwe hebe ku her dualî ji hevhatinê behrê werbgirin.

Wezîrê karên dervev yê Îranê bal kişand ser gotûbêja sibê ya xwe tev Can Kêrî wezîrê karên derve yê Emerîkayê û destnîşan kir:Gelê Îranê divê di piratîk de bînerê cihhatina soz û qirarên Emerîkayê û encamên rakirina boykotan bin.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku rayedarên emereîkî nedixwestin Îran xwediyê santrîfiyûjan be û got : Emerîka ne di astekê de ye ku ji bo Komara Îslamî ya Îranê teklîf û erkan kivş bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha tawana piştgiriya Îranê ji grûpên şîe li Iraqê red kir û got : Her cure kiryara firqeyê bitehlûke ye û dûhatên giran û diltezîn dê hebe ku tenê navçeyeke taybet nagire ber xwe .

Zerîf destnîşan kir: Îran tim daxwaza hevkariya navbera gişt mezebên Îslamê û hevkariya navbera grûpên curbicur ji çand û olên curbicur bûye û dijberê fanatîzmê li cîhanê ye .

Wezîrê karên dreve yê Îarnê li bara mesela Sûriyê jî got: Divê goşt ji bo rêçareyeke siaysî bona kutakirian qeyrana vî welatî hevkariyê bikin û dev ji vê xewn û xeyalê berdin ku mesela Sûriyê bi rêçara eskerî dikare çareser bibe .

Federîka Mogrînî jî bal kiaşnd ser vê yekê ku piştî cihanîna rêketinnama navokî aliyê îranî berpirsiayriyên xwe cih aniye û got : Di derbarê hevkariyên bankî bi Îranê re hin pirsgirêk hene ûa liyê din divê şîrketên ewrûpî han bide hevkariya bi Îranê re.

Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiay Ewrûpayê destnîşan kir: bi raya ewrûpiyan hin boykotên aborî û diravî li bara mesela navokî ya Îranê hatiye rakirin û zêdebûna sedî 23ya peywendiyên aborî yên Ewrûpa-Îranê vê îdiayê piştrast dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu