IraqNûçeRojhilatanavin

Dadgeha federalî ya Iraqê bendeka qanûna bûdceya Iraqê red kir

Dadgeha federalî ya Iraqê ragihand, bendeka qanûna bûdceya îsal ya Iraqê li dijî Qanûna Esasî ye.

Hikûmeta Iraqê beriya niha li dadgeha federalî ya Iraqê gilî li bendeka qanûna bûdceya îsal ya Iraqê kiribû. Di wê bendê de, 26 milyar dînar bo Komîsyona Mafên Mirov ya Iraqê hatibû terxankirin û ji aliyê parlamentoya Iraqê ve jî hatibû pesendkirin.

Berdevkê dadgeha federalî ya Iraqê Eyas Samok ragihand, dadgehê li ser giliya hikûmetê lêkolîn kir, derket holê ku ew benda qanûna bûdceya Iraqê li dijî Qanûna Esasî ye ji ber ku bêyî ku haya hikûmeta Iraqê jê hebe, li qanûna bûdceyê hatiye zêdekirin.

Başa dön tuşu