IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê berpirsyariya xwe li ser êrîşa Bexdayê ragihand

DAIŞê berpirsyariya xwe ragihand li ser êrîşa bi navgîna bombebarkirî ya vê li taxa Sadr pêk hatibû.

Îro danê sibeha li taxa Sadr City ya li rojhilatê Bexdayê êrîşek bi navgîneke bombebarkirî pêk hat û di encamê de herî kêm 30 kes hatin kuştin û 61 kesên din birîndar bûn. Rojnamevanê iraqî Steven Nebîl ji hesabê xwe Twitterê de ragihandibû ku armanca êrîşê, ew karker bûn ên ku karên xwe yên rojane dikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu