EfrîqaNûçe

Li Gabonê Wezîrê Dadê ji ber çalakiyan dev ji kar berda

Wezîrê Dadê yê Gabonê Serphin Moundounga helwesta xwe ya di derbarê protestoyên ku piştî hilbijartina Serokê Dewletê Alî Bongo de destpêkirin, bi îstîfakirinê nîşan da.

Moundounga dest nîşan kir ku hikumet pêdiviya bi pêkanîna aşitiyê û xurtkirina demokrasiyê bicih nayine û got “ji ber van sedeman min wek endamekî hikumetê biryar da ku dev ji kar berdim.” Li Gabonê mixalîf encamên hilbijartina serokê dewletê yên 27ê Tebaxê protesto dikin. Çalakvanên beşdarî çalakiyan dibin, diparêzin ku di hilbijartinan de fen hatine kirin. Tê diyar kirin ku di van çalakiyan de herî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu